Print this page

30 hezar Afgan ji Pakîstanê derketin

Rojava News:  Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, ji destpêka sala 2015'an û vir ve zêdeyî 30 hezar Afgan neçar man Pakîstanê biterikînin.

 

Li Pakîstanê piştî ku di meha Kanûnê de li hemberî dibistanekê komkujî hat kirin, Afgan ketin rewşeke mirovên li welêt nayên xwestin. Şefê Mîsyona Kabîlê ya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî Rîchard Danzîger got, "Ev ne Afganên penaber in, piraniya wan zêdeyî 20-25 sal in li Pakîstanê xwedî destûra mayînê ne."

 

Ji 30 hezar 599 Afganên ji destpêka salê û vir ve li welatê xwe vegeriyan, 1.817 jê ji aliyê rayedarên Pakîstanî ve hatin dersînorkirin. Yên din jî bi daxwaza xwe derketin. Lê belê ev koçberî, di encama zexta Pakîstaniyan de rû da.

 

Nakokiya di navbera her du civakan de, piştî êrîşa Talîbanê ya 16'ê Kanûnê li hemberî dibistaneke li Peşawarê, ku di encamê de 134 jê zarok 150 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, dijwartir bûbûn.