Rojava News: Vê sibehê çekdarên rêxistina DAIŞê dest bi têkbirina şûnwarên Hezer (80 km başûrê Mûsilê) kirin, ku bajarekî pir kevnar e û vedgere bo serdema 2yemîn a zayînî.
Hezer bajarekî pir kevnar e û 4 paşayên mezin ên xristiyanan bi navê Wilciş, Sentroq, Ebid Sîma Sentroq Derhem hûkim tê de kirine û li derûberê wê gellek şûnwar hene, ku nêzîkî 2 km berfirehe bi giştî ji aliyê DAİŞê ve hate talankirin.
Li gor hatiye zanîn; Çekdarên DAIŞê diravên kevin ên serdema wan paşayan dizîne, ku li wir veşartîbûn û ji zêr û zîv pêk tên.
Wezareta geştyarî û şûnwaran ya Iraqê duh ragihand ku çekdarên DAIŞê bajarê Nemrûd yê dîrokî li parêzgeha Neynewayê têk birin.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon, Koşka Spî û Ezhera Misrê têkbirina navçeya Nemrûd ya dîrokî li Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, şermezar kirin.