Print this page

Xortekî tirk penabereke Kurd serjêkir

Rojava News: Çend xortên tirk, penabereke Kurd a Rojavayê Kurdistanê li Entabê revandin û serjêkirin, piştî ku red kiribû hevjîniyê ligel yek ji wan xortan pêk bîne.

 

Li gor nuçeya li ser malpera  Bas Newsê; Penaberekî Rojavayî li navçeya Nizib a ser bi Entabê gotiye: “Keça Kurd Evîn Xelîl, 21 sal. ku ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, duh Şemiyê ji aliyê xortekî tirk û hevalên wî ve hat serjêkirin.”

 

Li gor ku wî penaberî daye zanîn, wan xortan berî niha gef li Evîn û malbata wê xwaribûn, ji ber ku “Evîn razî nebibû ku bibe hevjîna yekî ji wan.”

 

Niha jî polîsên tirk ew xort û kesên ku alîkariya wî kirine girtine.

 

Heman penaberî diyar kir jî ku, niha malbata Evîn lê hêviya lêkolîna Pizîşkê Dadwerî ye, da ku karibin termê çekika xwe werbigirin û bi axê bispêrin.