Print this page

Seîd Omer: Rejîma Esed mûçeyên karmendên "Rêveberiya PYDê" dide

 

Rojava News:  Seîd Omer berpirsê pêwendiyên Pdk-s got" Rejîma Esed mûçeyên karmendên "Rêveberiya PYDê" dide"

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê ji Zeman El-Wesil re got" Derengmayîna derbasbûna Pêşmerge bo Kurdistana Sûriyê ew e tirsa ji sere navxweyî û derbasbûna wan hin dem jê re divê, lê ew bi çi awayî be dê derbas bibin û parastina deverên xwe bikin."

 

Omer destnîşan kir ku  rêkeftinek di navbera Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û rejîma Esed de heye û da zanîn ku hemû karmendên rêveberiya PYDê mûçeyên xwe ji rejîmê werdigrin