Rojava News: Li başûrê Çînê bajarê Heyuan yê eyaleta Guangdong 43 hêkên dînazoran hatin dîtin. Bajarê ku di cîhanê de herî zêde xwediyê hêkên fosîlin, sala 2004’an wekî ‘mala dînazoran’ ketibû pirtûka rekoran a Guinessê.
Rayedarên Çînî ji CNNê re diyar kirin ev cara yekemîne li navenda bajar fosîlên dînazoran derdixin. Ji wan hêkên dînazoran 19 ji wan yek parçeye, ya herî mezin jî 13 cm dirêje.
Li ser hêkên hatine dîtin analîz tê kirin. Zêdetirî hêkên di mûzeya Heyuan de ji cûrê Ordek Oviraptor in û beriya 89 milyon sal jiyankirine. Cara yekemîn sala 1996an li bajarê Heyuan yê herêma Înşihatekê dema zarokan ji xwe re dilîstin, fosîlên dînazoran hatibûn dîtin. Îro hêjmara wan digihe 17 hezarî.