Print this page

Hizbulah:Emê hêrişî Cebhêt Nusra bikin

 

Rojava News: Li gor nûçeyek Kenala BBC ya Turkî, Serokê Hizbula yê Libnanî Hesen Nesrula ragihand ku, ewê li çiyayên Qelemûn hêrişî çekdarên Cebhêt El Nusra bikin lê behsa dema hêrişê ne kiriye.

 

Nesrulah diyar kir ku, hêrişên Cebhêt El Nusra bo ewlekariya Libnanê metirsiyê dirust dike tevî ku, şiyana Dewleta Libnanê bo çareserkirina wê arîşeyê nîne, lê ev yek nayê pesend kirin û pêdivî bi helwestên radîkal hene, lewra tiştên pêwîst li hemberî wê yekê emê bikin.