Rojava News: Welatê Pakîstanê pêşiya baranên Mûsonê di meha herî germ de ye, li Pakîstanê ji ber germahiyê 136 kes mirin.
Li hin bajarên navîn û başûrê Pakîstanê germahî gihişt 47 pileyan.
Pizîşkên nexweşxaneya Cinnah a li Karaçiya paytextê eyaleta Sîndê ya başurê Welêt Seemi Cemalî ragihandiye ku:Ji ber germahiyê 85 kes mirine. Her weha jî 51 kes jî li Tharparkar, Sîbbî û Şekhûpûraya herêmên çolê ya li sinorê Hîndîstanê mirin.
Ofîsa Meteorolojiyê ya Pakîstanê ragihand ku li welêt hewa dê heta 24 hezîranê zêde germ bibe.