Print this page

7 DAIŞiyên ku ji Kobanî reviyabûn Tirkiyê, hatin girtin

Rojava News: Li Tirkiyê 7 çekdarên DAIŞê yên ku vê dawiyê ji Rojavayê Kurdistanê reviyabûn wî welatî, hatin girtin.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, tîmên antîterorê yên Tirkiyê îro danê sibê li bajarên Îzmîr, Ispart û Erziromê li dijî endam û çekdarên DAIŞê operasyon dan destpêkirin.

 

Li gorî agahiyan, di wan operasyonan de 7 DAIŞî hatin girtin ku tê gotin piştî şerê Kobanî reviyane Tirkiyê.

 

Her wiha hat gotin ku di malên ku DAIŞî tê de hatine girtin, hinek çek û cebilxane û belgeyên rêxitinê hatine dîtin û girtin.

 

Çend roj beriya niha jî dema Girê Spî ji aliyê YPG û Volkana Ferat ve hat kontrolkirin, komek çekdarên DAIŞê reviyabûn Tirkiyê.