Rojava News: Rojnameya amerîkî ya Timesê eşkere kir ku artêşa Tirkiyê bi hêceta ku gerîlayên PKKê yên xwe li nav daristanên Amedê de veşartine, derxîne “bi enqest” wan daristanan dişewitîne.
Çend roj berê agir bi daristanên devera Lîcê ya Amedê ketibû, di encamê de bi sedan hiktar daristan, hasila cotkaran û darên fêkî şewitîbûn.
Li ser sedema wê şewatê, rojnameya Times ragihandiye, ew şewat ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û bi hêceta derxistina gerîlayên PKKê yên xwe li nav daristanê de veşartine, hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê, şewat ji ber wan madeyên ku ji aliyê helîkopteran ve hatine avêtin, çêbûye û ji ber wê jî beşek mezin ji darisitanê, hasila cotkaran, pez û dewar û malên gundiyan şewitîne.
Rojnameya Times li ser zarê şahidên bûyerê ragihandiye, şewat rojekî piştî xirabûna agirbesta navbera PKK û dewleta Tirkiyê derketiye.
Şahidekî bi navê Hacî Karakaş gotiye, me dît helîkopteran madeyek davêtin erdê û agir bi erdê diket. Destpêkê li derdora rê dan paşê li cihên bilind û çiyayê wir dan.
Di nûçeyê de her wiha hatiye gotin ku dewleta Tirkiyê di heyama salên 1990î de jî gundên kurdan dide ber bombeyan ji bo ku gerîlayên PKKê ji nav gundan derxîne, lewma xelkê herêmê ji wê ditirsin ku ew heyam dubare bibe.