Print this page

Televizyona Fox News :Rûsya tank û froke rêkirine Sûriyê!

Rojava News: Hin çavkaniyên Amerîkayê ragihandin ku Rûsyayê hejmarek ji tankên êrîşê gihandiye Lazkiyeyê.

 

Li gorî nûçeya qenala Fox News  ya Emerîkî ku ji rayedarên Wezareta Parastinê wergirtine; tankên Rûsya gihîştine baregeheke hewayî ya li Lazkiyeyê.  Hat îdîakirin ku 7 tankên bi tîpa T-90 li baregehê hatine dîtin û top jî gihaştine herêmê.

 

Di nûçeyên ku Ji Wezareta Berewanî Pentagon hatine stendin; Rûsyayê tevî balafir û helîkopteran bi qasî 200 leşkerên deryayî şandiye Sûriyeyê.

 

Li gorî heman nûçeyên Fox Newsê, balafirên transport  ên Rûsyayê, gihane lîvarên Sûriye.

 

Sinem Bakir

10:20:01