Rojava News: Hat îdiakirin ku çekdarên DAIŞê ji bo tevlî koçberan bibin û herin Ewropa ji Tirkiyeyê pasaportên sextê yê Sûriyeyê werdigirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Daily Mail a birîtanî, çekdarên DAIŞê bi 2 hezar dolarî li Tirkiyeyê pasaport û nasnameyên sextê yê Sûriyeyê didin çêkirin.
Peyamnerê Daily Mailê Nick Fagge ku çûbû Bakurê Kurdistanê got, di şer û pevçûnan de pasaportên vale hatibûn dîtin û ew pasaport ji bo belgeyên sexte tê bikar anîn.
10:52:59