Rojava News: Rojnameya New York times ya Amerîkî, hoşdarî da îdareya welatê xwe ku rewşa darayî ya herêma Kurdistanê berbi xirabîyê ve diçe û pêdivîye Amerîka alîkarîya herêmê bike.
Di gotareke rojnameya New York times, îdareya Amerîka hişyarkiriye ku ji ber erzanbûna petrolê herêma Kurdistanê ya rastî qeyrana darayî bûye û Bexda jî butçe li ser birîye.
Rojnamê daxwaz ji îdareya Amerîka kirîye, di aliyê aborî de alîkarîya herêma Kurdistanê bike, daku qeyrana darayî ya herêmê, karîgerîyê li ser şerê dijî terorê neke.
Li gorî rojnameya New York times, herêma Kurdistanê hijde milyar dolaran qerdare, lewra pêdvîye Amerîka çareyekê bo herêmê bibîne û ji qeyrana darayî xelas bike.