Print this page

Financial Times: Pûtîn ji Esed xwestiye ji Sûriyê barke

Rojava News: Rojnameya Financial Times ya Brîtanî ragihand, ku Viladîmêr Pûtîn ji Beşar Esed xwestiye dev ji deshilata Sûriyê berde.

Rojnameyê li ser zarê 2 berpirsên hewalgeriyên Ewropî eşkere kir, ku Pûtîn ji Esed xwestiyê dev ji deshilatê berde û ji Sûriyê barke, da ku kirîza wî welatî çareser bibe.

 li gorî rojnameyê, Esed ew xwestek red kiriye û ji Mosko re gotiye, ku eger ew ji Sûriyê barke, ti hebûna Rûsya li Sûriyê namîne.

 Ji aliyê xwe ve berdefkê Krêmlîn Dîmitrî Pêskov ew nûçe red kir û weke derewê da nîşan û got, ku Pûtîn ti carî ji Esed re behsa çûna wî ji ser deshilata Sûriyê nekiriye.

Tê zanîn, ku demekê berê jî Rûsya bang li Beşar Esed kiribû da mafê penaberiyê bide wî.

10:37:09