Rojava News: Rojnameya Guardian ragihand ku di encama şerê 5 salên derbasbûyî de li Sûriyê 470 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 70 hezar jî jiber rewşa xirab ya avê û tedurustiya xirab mirine.
Di roja 11 Sibatê rojanameya Cuardian li ser zimanê Navenda Lokolînên Polîtîk ya Sûriyê ragehand ku jiber şerê li Sûriyê 470 hezar hatine kuştin, 70 hezar jiber rewşa xirab ya tendurûstiyê û nebûna pêdawîstiyên serekî bo jiyanê mirine, herwiha 11% ji sivîlên sûriyê birîndarbûne.
Rojnameya navborî ragehandiye: “1.9 milyon kes li Sûriyê birîndarbûne, rêjeya dirêjeya jiyanê di sala 2010 de 70 salbû di sala 2015 de 55.4 bû.” Hwerwiha ragehandiye: “Zirara Abûrî li Sûriyê bigiştî dighêje 255 milyar dolare.”
Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê hewldanên xwe dide ku çekdarên DAIŞê li Sûriyê tine bike, herwiha hewldanên xwe didin ku Beşar Esed ji ser deselatê bixin û sîstemekî hikmiraniyê nû li Sûriyê ava bikin, lê ev yek jî rastî gelek astengiyan tê.
10:27:52 AM