Print this page

Elmanya pêşbînî dike ku di vê salê de, 500 hezar penaber bighên Elmanya

Rojava News: Hikûmeta Elmanya pêşbînî dike ku di vê salê de bêhtir ji 500 hezar penaberên nû bighên Elmanya.

Rojnameya Rayinîşe Post ya Elmanî duh16 Sibatê ragehand: “Li gorî hin çavkaniyên hikûmî, Serokê Komîteya Koçberî û Koçberan li Elmanya Frank Yorgîn hin ferman ji Wezîrê Navxwe yê Elmaniya wergirtine jibo amadekariyên xwe bikin ji bo pêşwaziya bêhtir ji 500 hezar penaberên nû ku tê pêşbînî kirin di vê salê de bighên Elmanya.”

Di sala derbasbûyî de derdora 1 milyon penaber gihştin welatê Elmanya bi mebesta ku li wî welatî mafê penaberiyê wergirin.

10:29:44 AM