Rojava News: Rojnameya Swîsreyê ya bi navê ``Le Matîn`` iddia dike ku 20 dewlet çek û teqemeniyan difroşin DAÎŞê û Tirkiye di rêza yekem de ye.
Rojnameya ``Le Matîn`` rapora komekê bi navê Lêkolîna Çekdarbûn û Pevçûnê ku ser hesabê Yekitiya Ewropayê dixebitin belav kir.
Li gor wê raporê li tevahiya cîhanê ji 20 dewletan 50 fîrma çek û teqemeniyan difroşin DAÎŞê. Ji nav wan dewletan Tirkiye di rêza yekemîn de ye û 13 fîrmayên Tirk alavên ku di çêkirina bombeyan de tê bikaranîn difroşin DAÎŞê.
Piştî Tirkiyê, Hindîstan jî yek ji wan welatan e ku kabloyên bombeyan dide DAÎŞê. Ji welatên Ewropî yên wekî Fransa û Italyayê jî hejmarek zêde fîrma ligel DAÎŞê bazara teqemeniyan dikin.
Heta niha gelek caran Tirkiye dihat tometbarkirin ku piştgiriya DAÎŞê dike. Di vê derbarê de jî di çapemeniya Tirkiyê de gelek belge û dîmen hatibûn belav kirin.