< < Rojnameya İsraîlî: “Îran PKKê li dijî Kurdistanê bi kar tîne”
Print this page

Rojnameya İsraîlî: “Îran PKKê li dijî Kurdistanê bi kar tîne”

10:52:05

 

Rojava News: Rojnameya Jerusalemê raportek weşand û tê de bal kişand ser giringiya Şingalê û eşkere kir ku hikûmetên Îran û Iraq PKKê bi kar tînin ta ku herêma Şingalê ji destê herêma Kurdistanê derxînin.

Herwiha raport diyar dike ku Şingal ji destê herêma Kurdistanê derkeve, ew xetereke mezin li ser Îsrailê çêbibe.

Derbarê giringiya Şingalê de, Îsraîl eşkere dike ku ew herêm du qatê Libnanê ye û sala 1991ê de, Sedam Hisên ji wê derê êrîşî Îsrailê kiribû.

Herwiha raport diyar dike ku pêşmergeyan dest daniye ser Şingalê lê hîn jî ihtimal heye ku PKKê bi piştgiriya Iraq û Îranê bikare dest deyne ser wê herêmê.

Ji aliyekî dî ve, raport diyar dike ku "Şingal di bin destên pêşmergeyan de be, ew ê ti tehdîd li ser Îsraîlê tine be lê eger têkeve destê PKKê ew ê tehdîdeke cidî çêbibe."

Herwiha raport teqez dike Îran bi armanca qelskirina serokê herêma Kurdistanê, gelek dezgehên medyayê yên herêma Kurdistanê bi kar tîne û êrîşî Barzanî dikin.