Print this page

Li Hong Kongê Polês Qadan Vala Dikin

Rojava News:  Ji 2 mehan zêdetir e ku li Hong Kongê çalakiyên li dijî hikûmetê dewam dikin. Hat ragihandin ku 7 hezar polês ji bo ku qadên çalakiyê vala bikin hatin wezîfedarkirin

Rayedaran eşkere kirin ku di dema rakirina barîqatan de zêde bertek nehat nîşandan û bi tenê  li cîyekî  rastî çalakiyan hatin.
 
Rojnameya South China Morning Post  ya ku li Hong Kongê weşanê dike diyar kir ku Serkomîser Patrick Kwok Pak-chung beriya mudaxeleyê bangî  çalakvanan kir û ji wan ra got ku beriya mudaxeleyê 30 xulekan   meydanê  vala bikin û yen ku ji meydana dernekevin dê bêne  binçavkirin.
 
Hatibû diyarkirin  di sala 2017an da li Hong Kongê hilbijartin  dê bêne  kirin û gelê bajer yê seroke xwe hilbijêre lê  belê vê namzed  bi destê komîteyekê berfireh bên eşkerekirin.  Li ser vê yekê xwendekarên ji Hong Kongê ji bo ku bi xwe namzedê xwe eşkere bikin dest bi lidarxistina çalakiyan kiribûn.