Print this page

FT: "Tirkiye ji bo rêgirtina kurdan kete Sûriyeyê

12:19:22

 

Rojava News: Rojnameya Financial Timesê di nûçeya xwe de ‘duhî balafira Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden berê sibehê kete nava Tirkiyeyê û tankên Tirkiyeyê jî diketin bakurê Sûriyeyê, xuyaye Amerîka piştgiriyê dide operasyona Cerablusê û hevalbendê Amerîka yên li ser axa Sûriyeyê kurd jî gef li Tirkiyeyê dixwarin.

FTyê di berdewamiya nûçeya xwe de cih da gotinên şêwirmendê Hevserokê PYDê Salih Mislim Shanouk Dibo ‘Tirkiye bi vê kiryarê xwe xiste nava girehişkê. Bi hêza xwe kete axa Sûriyeyê lê bi awayekî bi ewle nikare ji vir derkeve' cih da van gotinên wî. Li gorî nûçeya BBC Tirkî ku cih dide nêrinên pisporan û radigihînin ku Tirkiye ev operasyon çend meh plan kiribû lê li benda erêkirina Amerîka û Rûsyayê bû.

 FTyê operasyona Cerablusê piştî şerê navxweyî yê 5 salan li Sûriyeyê wekî serkeftineke mezin ji bo Tirkiyeyê nîşan da. Rojname li Kobaniyê cih dide nêrînên pisporekî siyasî û dibêje: "Kurd, vê gava Tirkiyeyê bi awayekî eşkere êrişkarane dinirxînin. Tirkiye wê gelek windayiyan bide, her çikas ketina Sûriyeyê biryara wê be jî, derketin wê ne bi îrada wê be."