Print this page

% 25 ji axa Iraqê di destê rêxistina DAIŞê de ye

Rojava News: Niha tenê gundê Mensûriye Cebelê yê parêzgeha Diyaleyê li wê parêzgehê di destê çekdarên DAIŞê de maye. Herwiha çavdêr dibêjin niha % 25 ji axa Iraqê di destê rêxistina DAIŞê de ye.

Endamê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Qasim Erecî di daxuyaniyekê de ragihand: “Jibilî gundê Mensûriye Cebelê, hemû gundê parêzgeha Diyaleyê ketine destê hêzên ewlehiyê yên Iraqê.”

Qasim Erecî wiha got: “Hewl berdewam in bo kontrolkirina wî gundî jî, lê rewşa keş û hewayê ew yek dereng xist.”

Ji aliyekî din ve, Fermandarê Operasyona Bexdayê Ebduemîr Şemmerî jî di daxuyaniyekê de ragihand ku, “Di duyemîn roja operasyona artêşa Iraqê de li navçeya Nebaiyê li bakurê Bexdayê de, 36 çekdarên DAIŞê li wê navçeyê hatin kuştin.”

Bi gotina çavdêran, niha % 25 ji axa Iraqê bi taybetî ya Parêzgeha Mûsil, Kerkûk, Selahedîn û Enbarê di destê rêxistina DAIŞê de ye.