Print this page

BBC dê paşaroja kurdan bipirse

 

Rojava News: BBC Tirkî, BBC Farisî, BBC Erebî dê 26ê Çileyê roja duşemê li ser Twitterê mijara paşeroja siyaseta kurdan û li Rojhilata Navîn bandora DAIŞê ya li ser kurdan nîqaş bike.

 Çalakiya nîqaşê dê saet 13:00 – 20:00ê li gorî dema Tirkiyeyê li ser hesabê @viabbc bi beşdarbûna xwînerên BBCê pêk were.

 Ji bo ku mirov bixwaze tevlî nîqaşê bibe divê taga #KURDSviaBBC bi kar bîne û bi zimanê kurdî (kurmancî û soranî), tirkî, erebî, farisî û îngilîzî peyama xwe binivîse.

 

Hin pirsên bername ev in:

 

-Hûn di şerê li dijî DAIŞê de rola kurdan çawa dinirxînin?

 

-Li hev nekirina hin koman, dê bandorek çawa li ser paşaroja kurdan bike?

 

-Hûn helwesta Tirkiyeyê li hembrî êrişên DAIŞê yên ku li Iraq û Sûriyê çawa dibînin?

 

-Revebirya Hewlêrê bandorek çawa li ser pêvajoya çareseriya li Tirkiyeyê dike?

-Serkeftina kurdan a li Rojavayê Kurdistanê dê bandorek çawa li ser rewşa kurdan bike?