Print this page

"8 hezar leşkerên tirk dikevin Sûriyeyê"

10:49:39

 

Rojava News: Hat îdîakirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji bo operasyoneke nû wê bi 8 hezar leşkerên tirk ve têkevin Sûriyeyê.

Li gorî îdîayan, di Operasyona Mertalê Firatê ya li herêma El Babê de ji ber êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê wê planeke nû were sepandin û li gorî îdîayan heta demekê wê operasyoneke nû were destpêkirin û leşkerên Tirkiyeyê wê bi tena serê xwe têkeve herêmê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî dê wekî hêza piştgir cih bigire.

Li gorî nûçeya malpera Haber7yê, piştî kuştina êrişa 16 leşkeran operayon bi qismî hatibû paşxistin, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) teqwiya çek û cebilxane ji bo herêmê kir û hemû amadehiyên xwe qedandin. Hejmara leşkeran wê derkeve 8 hezaran û li herêmê dê 3 baregeh werin avakirin.

Herwiha Serokomar Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya civîna muxtaran de gotibû ‘Ji bo ku em bikaribin di demeke nêz de operasyona El Babê biqedînin em planeke nû dikin û ev wê di demeke gelekî nêz de çareser bibe. Paşî di serî de Minbic di nav de em ê hemû rêxistinên terorî ji herêmê paqijbikin.'