Print this page

El-Qaîdê du teqînên Himsê girte ser xwe!

02:52:54

 

Rojava News: Rêxistina tund a El-Qaîdê du teqînên pêş istixbarata rejîma Sûriyê ya li bajarê Himsê girte ser xwe.

Îro 25.02.2017ê du teqînên xwekujî li pêş binkeya istixbarat û asayîşa rejîma Sûriyê ya navenda bajarê Himsê pêkhatin.

Ji ber wan teqînan bi dehan kes birîndar bûn û 42 kesan jî jiyana xwe winda kirin. di nav wan kuştiyan de serokê leqê saziya istixbarata leşkerî yê bajarê Himsê Emîd Hesen Debul jî hebû.

Piştî teqînan bereya Fetha Şam (Bereya El Nusra ya berê) ku baskeke El-Qaîde ye li Sûriyê, pêkanîna du teqîna girte ser xwe.