12:13:37 PM
RojavaNews: Duh Şemiyê serokê şandeya rêjîma sûrî li Cinêvê Beşar El-Ce`ferî, ji rikberiya Sûriyê xwest ku teqînên Himsê yên ku li şaxên ewlehiyê hatin rûdan şermezar bike .
Caferî ji çapemeniyê re ragihand ku heke rikberî wan êrîşan şermezar neke, ew ê wek terorê bê nirxandin.
Ce`ferî di hevdîtina bi rojnamevanan re got: (( ji xwe derkirina daxuyaneyan qurbaniyan li jiyanê venagerîne , lê wê bibe ezmûnek li pêş aliyên beşdar li Cinêvê , da ku ji mer re diyar bibe ku ev alî dijî terorê ne an hevparê terorê ne))
Herweha got: ((çi alî şermezarkirina êrîşên Himsê red bike, em ê wan hevparê terorê bibin))
Îro sibehê li bajarê Himsê teqînekê avahiya şaxê ewlehiya leşkerî armanc kiribû , û di encamê de fermandar Hesen De`bûl hati kuştin , û 15 leşker jî birîndar bûn