01:43:07
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê di nava 24 seetên dawî de Moskowê 14 ihlalên agirbestê li Sûriyeyê tespit kirin.
Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ku dispêre navenda şopandina agirbestê li Sûriyeyê got: "Ji Komîsyona hevpar a Tirk û Rûs beşa Rûsyayê 14 ihlalên ku 5 jê li Lezqiyê, 3 Hema û 6 jî li Şamê tespit kirin. Herwiha aliye Tirkiyeyê jî 2 jê li Şamê, 2 Hûms, 2 Dera û yek jî li Hemayê bi tevahî 7 ihlal tespit kirin.
Li gorî daxuyaniya navenda şopandinê tu ihlaleke ku Tirkiyeyê pêk anîbe nehatiye qeydkirin.