Print this page

Heleb: 12 leşkerên rêjîmê ji aliyê dijbereyê ve hatin kuştin

01:58:42

 

Rojava News: Li rojavayê Helebê li eniya devera El.Raşdin ya başûr,12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn,dema ku hewl didan bi pêş ve biçin.

Û li deverên (Sûq El-Cebes )û ('Eqreba) şer ûpevçûnên tund di navbera hêzên rêjîmê û dijbereyê de derketin,û di encamê de rikberiyê êrîşeke rêjîmê têk birin û tank û topavêjek hawnê ruxandin.

Tê zanîn ku ji heyama 3rojan ve hêzên rêjîmê hewl didin ku deverê kontirol bikin ,ku ew dever weke dergehê Helebê yê rojava tê nasîn