02:03:55
Rojava News: Nûnerên rêjîm û dijbereya Sûrîyê li gera nû ya danûstendinê li Cinêvê rûbirû rûneniştin.
Nûnerê Taybet yê Netwên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Staffan de Mistura dîyar kir ku “rêjîm û dijbereya berpirsên bidawîkirina şer in.”
Û wiha got: Em berjewendîyên Sûrîyê û gelê wê ji bîr nekin. Em ê tev bixebitin. Ez zanim ku ne hêsan e,lê ji bo ku em vî şerî bi dawî bikin û di nav aştî û aramîyê de bijîn divê em hevkarîyê bikin.
Li pêş civînan De Mistura ji bo gengeşekirina pilana birêveçûna guftûgoyan bi nûnerên herdû aliyan re rûnişt.
Desteya bilind a danûstendinê,ji aliyê xwe ve,tevlêbûna şandeyên Qahîra û Moskowê li şanda rikberiyê red kir, ku Rûsiyayê fişarê li Staffan de Mistura dike,da ku rikberî bi 3 şandeyan derbsî civînan bibe.