Rojava News: Hevpeyamniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê hewlên xwe dike ji bo avakirina “Artêşa Niştimanî” ku dê hemû grûpên çekdar ên mixlafetê di bin sêwana xwe de kom bike.
Wezîrê Bergiriyê li hikûmeta demkî ya dijbereya Sûriyê Selîm Idrîs ragihand ku, wan dest bi karên avakirina “Artêşa Niştimanî” kirine, ku dê hemû hêzên şoreşger ên leşkerî li Sûriyê kom bike.
Li gor ku Selîm Idrîs, ku kesayetiyeke nêzîk ji welatên rojava û bi taybetî ji Amerîka ye, dê “Artêşa Niştimanî” ji 60 hezar şervanî pêk were.
Navborî diyar kir jî ku “Mîkanîzmên pêkanîna Artêşa Niştimanî amade ne û gavên destpêkê yên rêxistinî bidawî hatine, dê ew artêş jî ji hemû grûp û pêkhatên şoreşa Sûriyê pêk were.”
Ez hewla Hevpeymaniya dijbere di demekê de tê ku, çevkaniyên leşkerî û medyayî amaje dikin ku, eger heye ku di Bihara îsal de Amerîka dest bi proseya perwerdekrina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal bike.