Print this page

Şam: Artêşa Sûriyeyê li taxa Kabunê dest bi operasyonê kontrolkirinê kir!

 09:02:53

Rojava News: Televizyona El Mayadin a Lubnanî daxuyand ku leşkerên Sûriyeyî ji bo rizgarkirina taxa Kabunê ya li rojhilatê Şamê dest bi operasyona leşkerî kir.

Li gorî nûçeyê bi fermana navenda artêşa Sûriyeyê beriya 2 hefteyan ji balafirên leşkerî ji bo milîtanên li Kabunê belavokên çekberdanê hatine berdan.

Ger li gorî bangewaziyê neyê tevgerîn leşker wê operaysonan bidin destpêkirin.

Kabuna li rojhilatê Şamê û taxên din di bin kontrola milîtanên Ahrar'uş Şam û Fetih El Şamê (navê wê berê El Nusra) de ne.