Print this page

Rûsya şerê ASA û artêşa Sûriyeyê ya li nêzî El Babê rawestand!

00:56:35

 

Rojava News: Rûsya carek din ket navbera artêşa Sûriyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) û şerê di navbera wan de rawestand.

Şeva borî li herêmek nêzî El Babê di navbera artêşa Sûriyeyê û ASA ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike de şer derket. Li ser vê yekê Rûsyayê kete navbera herdu aliyan û şerê di navbera wan de rawestand.

Li gorî agahiyên çavkaniyek ji hikumeta Sûriyeyê yê li Reutersê, şerê di navbera artşa Sûriyeyê û Artêşa Azad ya li gundê Tadef ya bi qasî 4 kîlometre dûrî herêma El Babê de ye bi navbeynkariya Rûsyayê hate rawestandin.

Herwiha çavkaniyek dijber dîsa di axaftina xwe ya Reutersê de diyar dike ku ji ber ku wan xwestiye ku ber bi El Babê ve biçin, hêzên artêşa Sûriyeyê êrişî wan kiriye. Li gorî agahiyên rayedarê dijber leşkerên tirk ne di pevçûnê de bûn.

Herwiha çavkaniyek ji artêşa Sûriyeyê jî amaje kir ku hêzên Artêşa Azad bi çekên giran êrişî ser artêşa Sûriyeyê kirine.

Şerê ku di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyeyê ên li herêmên li dijî DAIŞê şer dikin ne cara pêşî ye. Lewra herdu alî di 10ê Sibatê de dîsa li cihekî nêzî herêma El Babê şer kiribûn. Herwiha dîsa Rûsya navnbeynkarî kiribû û şer rawestandibû.