Print this page

Rûsya û Çînê li ser Sûriyê veto bi kar anîn

9:52:55 PM

RojavaNews: Rûsya û Çînê pêşnumaya biryara dorpêça li dijî hikûmeta Sûriyê veto kirin.

Ew proje biryara ku li nav Encumena Asayişa Navdewletî bo cezakirna hikûmeta Sûriyê hatibû amadekrin, neçû ser û Rûsya û Çînê mafê Veto bi kar anîn.

Encumena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve piştrast kiribû ku hikûmeta Sûriyê çekên kîmyayî bi kar aniye û li ser vê yekê her yek ji welatên Amerîka, Fransa û Brîtanya pêşnume biryarek bo cezakirina Sûriyê û xistina dorpêçan li ser wî welatî amade kiribû.

Ji bo gotûbêjkirina vê pêşnûme biryarê, Encumena Asayişa Navdewletî îro civînek saz kir.

Di rûniştna îro ya Encumena Asayişa Navdewletî de, ku taybet bû bi gutubêjkirin û dengdana li ser proje biryareke girêdayî rewşa Sûriyê, û ji aliyê Amerîka, Fransa, û Brîtanya ve hatibû amadekirin, her yek ji nûnerên Rûsya û Çînê mafê Veto li djî vê projeyê bi kar anîn û ji ber wê yekê proje hat redkirin.

Di civîna îro de herwiha welatê Bolîvya jî nerazîbûna xwe nîşan da, û her yek ji welatên Etyupya, Misir û Kazaxistanê li ser projeyê deng nedan.

 9 welatên endamên Ecumena Asayişa Navdewletî jî piştevanya vê projeyê kirin.

Berî destpêkirina civînê serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihandibû ku ev projebiryar nayê qebûlkirine.

Her yek ji Fransa, Brîtanya û Amerîka di wê projebiryarê de daxwaz kiribûn ku hikûmeta Sûriyê bê cezakirin, û hejmareke ji fermandarên serbazî yên dewleta Sûriyê têkevin nav lîsta reş a navdewletî de û di heman demê de jî nabe ti welatek helîkoptran bifiroşe hikûmeta Sûriyê, ji ber ku çekên kîmyawî li djî xelkê Sûriyê bi kar tîne.

Ev heştemîn car e, ku Rûsya mafê Veto ji bo parastina serok û hikûmeta Sûriyê li nav Encumena Asayişa Navdewletî bi kar tîne.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro di daxuyaniyeke xwe de, dijatiya welatê xwe bo biryara dorpêça li dijî hikûmeta Sûriyê aşkere kiribû û gotibû:

“Eger em werin ser mijara dorpêça li dijî serokatiya Sûriyê, li gor min ev niha ne guncaw e. Çimku dorpêç alîkariya hevdîtinan nake, tenê baweriya li ser pêvajoyê bihejîne. Lewma Rûsya, dê piştgirî nede dorpêçên nû yên li dijî Sûriyê”.