Rojava News: Civîna navbera şanda Dijbereya Sûriyê û şanda Rûsya li Cinêvê hat betalkirin.
Biryar bû, ku îşev di berdewamiya birêveçûna danûstandinên Cinêv-4 di navbera aliyên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê de, şanda Dijbereya Sûriyê û şanda Rûsyayê bi hev re bicivin.
Li gorî hin agahiyên ku Rûdawê bi dest xistin, civîna navbera her du aliyan hatiye betalkirin û birêve naçe.
Çavkaniyekî nêzîkî Dijbereya Sûriyê ku nexwastiye navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re ragihand, ku piştî bi kar anîna mafê Veto li Encumena Asayişa Navdewletî li dijî projebiryareke bo cezakirina hikûmeta Sûriyê de, civîna navbera şanda dijbereyê û şanda Rûsyayê nayê encamdan.
Li gorî heman çavkaniyê, Dijbereya Sûriyê li helwesta Rûsya li hember krîza Sûriyê û bi kar anîna mafê Veto di civîna îşev a Encumena Asayişa Navdewletî de nerazî ye.
Îşev Encumena Asayişa Navdewletî ji bo gotûbêjkirina projebiryareke derheqê Sûriyê de ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtanya ve hatibû amadekirin, civînek pêk anî.
Projebiryar bo cezakirina hikûmeta Sûriyê li hember bi kar anîna çekên kîmyayî di şeêr navxweyî yê wî welatî de bû, lê belê Rûsya û Çînê li dijî wê projeyê mafê Veto bi kar anîn û proje hat redkirin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan!