Print this page

Fermandarê amerîkî: Me dîrektîfa ku li Sûriye herêma ewle ava bikin negirtiye

13:43:38

 

Rojava News: Fermandarê Hêza Bibiryar a Hevpar ya Operasyonên li dijî DAIŞê General Stephen Townsend ragihand ku me dîrektîfa li Sûriyeyê herêma ewle ava bikin wernegirtiye.

Generalê amerîkî Stephen Townsend di axaftina xwe ya bi telekonferansê ji Bexdayê bo nûçegihanên Pentagonê de got: "Me dîrektîfa ku li Sûriyeyê herêmeke ewle ava bikin wernegirtiye. Niha ji bo herêmên ewle yên Sûriyeyê em dikarin çi bikin niha em li ser vê difikirin. Lê niha tu biryara avakirinê tuneye."

Fermandarê amerîkî di axaftina xwe de got: Zêde şandina leşkerên Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê dibe bibe sedema pirsgirêkan. Hetanî em vê bi şirîkên xwe re nenirxînin şandına leşkerên zêde wê min têxe endîşeyan, belê wê min têxe endîşeyan. Ji bo ku hetanî em neyên vexwendin çûna leşkerên zêde dibe pirsgirêkan derxîne."

Generalê amerîkî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku operasyonên koalîsyonê yên li diijî rêxistina terorîst a DAIŞê gelekî bikêrhatî ne.