Print this page

Beşar Esed wê serdana Urdinê dike

21:55:34

 

Rojava News: Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di dawî ya vê meha Adarê de bi mebesta beşdarîkirin di korbenda Erebî de serdana Urdinê dike.

Li gor rojnameya "El-Nehar" a Libnanî di nûçeyekê xwe de ragehand ku, li ser daxwaza Rûsya û çend welatê Ereban Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di dawî ya vê meha Adarê de bi mebesta beşdarî kirin di korbenda Erebî de serdana Urdinê dike.

Rojnameya da zanîn ku, eger Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed beşdarî wê civînê bike dê bibe yekemîn serdana wî  piştî şerê navxweyî yê wî welatî li derveyî welat .

Herwiha rokjameyê aşkere kir ku, di wê kongreyê de Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dê dawî pêşhatiyên şerê navxweyî bo amadebûyan gotûbêjbike, herwiha alîkariya wan jî dê bixwaze.

Biryare di 28-29ê vê mehê li Urdinê civînên Korbenda Erebî destpêbike.