Print this page

Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: Em li Minbiçê pêşvediçin!

12:23:37

 

Rojava News: Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo Tirkiyeyê pêşengiya me Minbiç e. Divê Amerîka û hêzên koalîsyonê soza xwe bi cih bînin.

Fikri Işik di axaftina xwe de got: "Pêşengiya Tirkiyeyê Minbiç e. Di serî de ji Amerîka û hêzên koalîsyonê daxwaz dikin ku sozên xwe bi cih bînin. Eseh em dixwazin PYD û PKK ji Minbiçê vekişe."

Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev soza Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê ye. Divê Amerîka û hêzên koalîsyonê di dema hêrî nêzîk de vê soza xwe bi cih bînin. Pêşengiya Tirkiyeyê Minbiç e. Divê hêzên PYD û PKKê ji rojavayê Firatê ji Minbiçê vekişin."