Print this page

Şandek ji dijbereya Sûriyê wê serdana Rûsyayê bike

12:35:16

 

Rojava News: Endamekî di Desteya Danûstandinan a dijbereya Sûriyê ragehand ku, şandek ji Itîlafa dijbereyê di vê mehê de serdana Rûsyayê dike.

Endamên Desteya Danûstandinan a dijbereya Sûriyê Ehmed Remedan ji ajansa Sputnîkê re ragehand ku, biryare di vê mehê de li ser daxwaza Rûsyayê , şandek ji Itîlafa dijbereyê derbarê kirîza Sûriyê û dîtina çereseriyekê serdana Rûsyayê bike.

Remedan da zanîn ku, berî niha jî şandên dijbereyê serdana Rûsyayê kirine, aşkere kirk u, ew sand wê bi serokatiya Serokê Itîlafê û çend endamên din be.

Tê zanîn ku, di 23ê meha borî de cîvînên kongreya Cenêv-4 derbarê kirîza Sûriyê di navbera rejîma wî welatî û opozîsyona wê destpêkirbû.