Print this page

Firokeya Artêşa Sûriyê li başurê Tirkiyê kete xwarê

Rojava News: Li navçeya Hatayê ku, dikeve başurê  Tirkiyê firokeyeke Artêşa Sûriyê ji core MIG 21 ji aliyê dijberetê ve hate xistin.

Ajansa AAyê ya Tirkiyê di nûçeyeke xwe de ragehand ku, demijmêr 6ê êvarî firokeyeke Artêşa Sûriyê ji core MIG 21 ji aliyê Opozîsyona wî welatî ve li navçeya Hatayê ku, dikeve başurê  Tirkiyê ket xwarê û Hêzên ewlehiya Tirkiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya nûçeyan SANA ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye ragehandibû ku, firokeya şerî ya Hêzên esmanî yên Sûriyê ji core MIG 21ê piştî firînê ketiye nava sînorên Tirkiyê.

Li gor welatiyên wê nacçeya ku, firoke lê ketî ragehandibûn, her du firokevanên wê firokeyê karîn berî ketina wê xwe rizgarbikin.

Herwiha li ser heman babetê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim ragehand ku, lêkolîn derbarê ketina firokeya Sûriyê destpêkirine.

Ji aliyê xwe ve jî çekdarên Opozîsyona Sûriyê ragehandin ku, dema firokeya Artêşa Sûriyê bi awayeke nizim hin navçeyên Idlibê bombebaran dikin ji aliyê wan ve hate armanckirin û xistin xwarê.