Rojava News: Endamê Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî Semîr Neşar bersiva nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) di karûbarên Sûriyê de Staffan De Mistura da û ragihand, Beşar Esed beşek ji kêşeyê ye ne çareseriyê û ew û DAIŞ “du rûyên diravekî ne”.
Nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan De Mistura di gotareke xwe de, li pêşberî parlementerên ewropî ragihandibû ku pêwîst e şer li bajarê Helebê yê Sûriyê raweste û nabe Heleb jî weke Himsê wêran bibe.
De Mistura her wiha diyar kiribû ku “Nabe rola Esed di çareserkirina kirîza Sûriyê de were piştguhkirin.”
Li ser gotinên De Mistura, Endamê Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî Semîr Neşar ji got: “Em berovajî De Mistura lê bûyerê dinêrin, çimkî li gorî me Beşar Esed beşek ji kêşeyê ye, ne beşek ji çareseriyê.”
Li gorî wî siyasetmedarê Sûrî, DAIŞ û Esed “du rûyên yek diravî” ne.
Semîr Neşar herwiha got: “De Mistura li ser rêça Moskovayê ye lewma plana wî naçe serî.”
De Mestura li ser avakirina hikûmeteke yekîtiya niştimanî li Sûriyê jî axivîbû. Derheqê vê yekê de jî Semîr Neşar got, divê hewlên avakirina hikûmetê li ser bingeha biryarên civîna Cenêvê bên dayîn çimkî eger wisa nebe dê ew hewl bê encam bimînin.