12:22:37
Rojava News: Çend navçeyên girêdayê Îdlibê ji aliyê firokeyên artêşa Sûriyê ve hatin bombebarankirn û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin ku hejmareke jin û zarok jî di nav kuştiyan de ne.
Bajarê Kefrenbil di şeva 5ê Adarê de baca destilhatdariya El-Nusre û bicihkirina biryarên navdewletî dan. Xwîna jin, zarok, zilamên sivîl û çekdaran tevlihev bû, xelkê deverê dibêjin firokeyên şerker ên Rûsya û hikûmeta Sûriyê êrişî ser wan kirine, bi dehan kes hatin kuştin, û di nav kavilên avahiyên wêrankirî de dengê zarokên asêmayî tê bihîstin..
Li bajarê Kefrenbil nexweşxaneyên fermî jî nemane û bo çareserkirin û dermankirina birîndaran ew ji bo xalên tendirustiyê yên demkî têne veguhastin.
Li gor biryarên navdewletî Eniya Elnusra û DAIŞ di nav lîsta terorê de ne, piraniya parêzgeha Îdlibê jî di bin kontrola çekdarên Elnusra de ye.
Di encama bicihkirina biryarên navdewletî de êrişî ser pêgehên Elnusra li nav bajaran tê kirin, lê welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Çavê jin û zilaman li asmana ye, ew bi tenê dikarin bijmêrin, çend caran firokeyan êrîşan dibin ser wan û çend kes dibin qurbanî.
Li bajarê Îdlibe, ku ji bin desthilatdariya hikûmeta Sûriyê derketiye, û ketiye bin destê çekdarên Eniya Elnusre û çend aliyên din ên dijbereya Sûriyê de, li gor biryarên navdewletî DAIŞ û Nusre wek hev di nav lîsta terora cîhanî de cih digirin.
Ev biryar wêraniyê jî bi ser serê sivîlên bê sûc û bêguneh de bi xwe re tîne, di nav kavilan de jin û zarokên birîndar têne dîtin.
Her li nav Sûriyê, li devereke din, dîsan agir bi ser serê xelkê de dibare. Xelkê navçeya Resten a girêdayê parêzgeha Humsê ew jî baca wê yekê didin ku bajarê wan di bin destê hêzên dijbereyê de ye, li vê deverê nexweşxane jî dibin armanca êrîşan lewra navendên demikî yên dermankirin û hawarçûna birîndaran têne danîn.
Nişteciyekî Resten bi hêrse û qehreke mezin dibêje destê netweyên yekgirtî jî di kuştine wan de heye.
Rêya çareseriyê li Sûriyê di nav agir re derbas dibe, piraniya caran xelkê sivîl dibin êzingê vê agirê ku ev 6 salin venemiriye. Jin û zilamek di nav toza êrişan de mane, wêranî bi ser wêraniyê de, Cinêv 4 jî bidawî hat, çavê aliyên siyasî li Cinêv 5ê ye, çavê xelkê Sûriyê jî li asmanan ku êdî agirbarîn bidawî bibe.