Print this page

Washington dê 1000 leşkerên nû bişîne Sûriya û îraqê

8:13:57 PM

RojavaNews: berpirsin Amerîkî diyar kirin ku rêvebiriya serokomarê Amerîkî Donald Trump p.êsniyar dike ku 1000 leşkerên Amerîkî ji hêzên li Kiwêtê bi ser Sûriya û Îraqê de bişînê bi armanca Serê Daiş.

Hin ji pişgirên vê biryara ta niha nehatiye diyar kirin dibêjin ku hebûna leşkerên Amerîkî di meydana şerê dijî Daiş de derfeta wan mezintir dikin ku li hemî êrîşen Daiş vegerînin.

ev pêşniyara biryarê dê erê ji wezîrê berevaniya Amerîkî bibe an na, yê ku planeke wî taybet heye ku serkêşê leşkerî yên Amerîka tevgera xwe li ser axa şûriya sivik bikin.

Ji hêla xwe ve hin ji berpirsên Amerîka pêsniyara biryarê şîrove kirin û gotin ku şandina leşkerên Amerîkî ji şûriya î Îraqê re di bin mijarê şerê daiş de tê.

Hêjayî gotinê ye ku ta niha nêzî 6000 leskeren Amerîkî li şûriya û Îraqê hene û li gorî ragihandina wan karê wan li navçeyê tenê şêwirmendiye.