Print this page

Artêşa Sûriyeyê piştî çar salan bo cara yekem gihişt rojhilatê Firatê!

13:42:02

 

Rojava News: Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku piştî çar salan, Artêşa Sûriyeyê bo cara yekem gihişt qeraxa rojhilatî ya çemê Firatê.

Serokê Daîreya Hereketa Sereke ya Serokatiya Serekanê Rûsyayê General Sergey Rudskoy derbarê mijarê de wiha got: "Di çar salan de, ev cara yekem e ku hêzên hikûmetê kariye bigihên aliyê Xefesê yê li rojhilatî yê çemê Firatê. 15 kîlometre li qeraxên çemî di bin kontrola wan de ne.

Rudskoy diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê li aliyê rojhilatî yê Palmîrayê ve bi pêş de diçe û piştî hefteyekê ji rizgarkirina wê ji terorîstan, herêma ewlekirî ber bi bakur û başûr ve jî berfireh kir.