14:10:07
Rojava News: Çekdarên DAIŞê bê şer û teqekirin xwe ji balefirgeheke stratejîk û 20 gund li rojhelatê bajarê Helebê bo rejîma Sûriyê û mîlîşyatên Necba yên Îranê vedikşîne û bicih dihêle.
Li gor hin çavkaniyên ji derdora Helebê ji BasNewsê re ragehandin ku, çekdarên DAIŞê ji balevirgeha Kişîş ku, dikeve başurê bajarê Minbicê û rojhelatê Helebê li gel 20 gundên din vekirşiya û ji bo rejîma Sûriyê û alîgirên wê bê çerûpevçûn bi cih hêlan.
Li gor heman çavkaniyê da zanîn ku, îro Artêşa rejîma Sûriyê bê ku, guleyekê biteqîne derbasî balefirxaneya Kişîş bû û bi temamî kontirol kir.
Herwiha aşkere kir ku, ew gundên DAIŞê bê berevanî bi cihêlan e, gund û bajarokê Sexne, Arûda piçûk, Arûde mezin, Xirbit Samî, Resim El-Hermel, Hebûbe mezin, Hebûbe piçûk, Resim Ebûd, El-Hamid, Mişirfe Til Tûtûn, Cib Hindî, Babîrî, Xirbt Eklê, Xirbit Selîb Midewerê, Til Eswed û Xan El-Humir.
Di sala 2013ê çekadarên Opozîsyona Sûriyê ew balefirgeh kontirolkiribû, piştî wê ji çekdarên DAIŞê ve sala 2014ê hatibû kontirolkirin û niha ji rejîma Sûriyê re bê berevanî bicih hêla.