13:36:40
Rojava News: Di wan dû rojên dawî de nêzîkî 300 kes ji malbatên serkirde û çekdarên DAIŞê yên biyanî ji bajarê Reqayê reviyan û ber bi bajarê Dêrazorê ve çûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, ji barbanga roja Înê 300 kes ji malbatên serkirdeyên DAIŞê yên biyanî ligel hin malbatên Sûrî ji bajarê Reqayê revîn û ber bi bajarê Dêrazorê û Derdora Parêzgeha Hemayê ve çûn.
Rewangehê da zanîn ku, ew malbat bi kelekan çemê Feratê derbas kirin û ber bi aliyê başurê wî çemî ve çûn. Da zanîn ku, piraniya wan biyanî bûn.
Revandina wan kesûkarên serkirde û çekdarên DAIŞê di demekê de tê ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîêk(HSD) bi piştevaniya Hêzên Navdewletî di pêşveçûnên xwe de berdewamin û tenê 8Km dûrî navenda bajarê Reqayê ne.