11:47:00
Rojava News: Hejmara qurbaniyên Sûriyê ji destpêka kirîza wî welatî û heta niha giheştiye 465 kesî kuştî û winda, ji bilî kesên ku, penaber bûne.
Li gor rapora Çavderiya mafê mirovan ji destpêka kirîza Sûriyê heta niha wan bi belger navê 321 hezar kuştî tomarkirine, herwiha 145 kesên din windane, di nav kuştiyan de jî 96 hezar kes welatiyên sivîlin.
Herwiha Rewangehê da zanîn ku, Artêşa Sûriyê û alîgirên wê zêdeyî 83 hezar û 500 welatiyên sivîl kuştine, ji wan 27 hezar û 500 kes ji encama êrîşên esmanî û bombebarankirina dever û navşeyan ne û 14 hezar û 600 kes di girtîgehan de û di bin êşkenceyê de hatine kuştin, ji aliyê grûbên çekdar ve jî 7000 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve Çavderiya mafê mirovan ya Sûriyê aşkere kir ku, 3 hezar û 700 sivîl ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin, herwiha Tikriyê jî li bakurê wî welatî 500 kes kuştine.
Li gor rapora Rewangehê li ser rûpela xwe ya fermî belavkirî her yek ji rejîma Sûriyê û Rûsya kuştina sivîlan redikin, ji aliyê xwe ve jî piraniya grûbên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê jî di bijin ku, ew bi ti awayî sivîlan nakin armanc.