12:12:38
Rojava News: Rêxistina UNICEF ya netewên Yekbûyî îro duşemê diyar kir: "destdirêjiya li ser zaroken Sûriya di sala 2016an de gihan bilindtirîn rêjeya xwe di kirîza Sûriya de ji şeş salan û ta niha ji kuştin, koçberî û leşkerkirina Zarokan û di sala bûrî de gihabû bilindtirîn rêjeyê."
UNICEF di rapora xwe de amar dan bi kuştina 653 zarokan di sala 2016an de bi bilindbûna 20% ji sala 2015an, ji wan 255 zarok nêzî dibistanan an jî di wan de, û bêhtirî 850 zarokan hatine leşkerkirin di sala 2016an de û em hejmar du caran li ya 2015an e, herweha diyar kir ku yek miliyon û 800 hezar di navçeyên tevger tê de dijwar e dijîn ji wan 280 hezar zarok di bin dorpêçê de dijîn.
ji hêla xwe ve rêvebirê herêmî yê UNICEF li navçeya rojhilata navîn û Bakûrî Afrîqiya "Gert Kabîlîrî" diyar kir: "aloziya zarokên Sûriya tê de dijîn beriya niha di dîrokê de çênebûye, bi miliyonan zarok li Sûriya di bin êrîşan de dijîn."
Li gor hemen raportê rêje bi wî şewayiye:
- Sala 2016an 652 zarok hatine kuştin
- 255 zarok nêzîkî dibistanan hatine kuştin
- 850 zarok hatine çekdarkirin
- 338 êrîş li ser nexweşxaneyan hatine kirin
- 280.000 zarok dorpêçkirî ne
- 6.000.000 zarok hewcedarî alîkariyê ne
- 2.300.000 zarok li kampên penebariyê ne