Print this page

Parlementerên Sûrî: Artêşa Sûriyê dê Reqayê rizgar bike

12:29:50

 

Rojava News: Parlementerên Sûrî ragihandin, ku dê artêşa Sûriyê derbasî nav Reqayê bibin û niha hikûmeta Sûriyê pilana xwe ji bo wî bajarî dike.

Li Şama paytexta Sûriyê pirsa kontrolkirina Reqayê ji nêzîk ve tê şopandin, niha artêşa Sûriyê li ser sînorê Reqayê ye, tevî ku HSD bi piştgîriya Amerîka xwe ji bo wî şerî amadekiriye, lê parlementerên Sûrî dibêjin, weke çawa ew derbasî herêma Minbicê bûn, bi heman awayî wê artêşa Sûriyê derbasî Reqayê jî bibe.

Endamê Parlamentoya Sûriye Welîd Derwîş wiha got: “Artêşa Sûriyê dê derbasî Reqayê bibe û ew amadekariyên operasyonekê li Reqayê dike û ev jî ji tu kesî nayê veşartin. Ez tekez dikim ji xeyinî artêşa Sûriyêi kes derbasî Reqayê nabin. Tişta ku gotina min piştrast dike ew e, di dema şanoya navbera DAIŞ û milîsên Mertala Firatê de û dema ku Tirkiyê xwest bajarê Babê weke kaxezekê li Cinêvê li dijî hikumeta Sûriyê bikar bîne ku xwedêgiravî dest daniye ser Babê, artêşa Sûriyê kêmî 800 metran ber bi pêşde çûn. Piraniya milîsên mertala Firatê vekişiyan , lewma artêşa Sûriyê take hêze ku wê derbasî bajarê Reqayê bibe. ê Niha ew derbasî Minbicê bûye, ni ji bo ku îtîraf bi hêzên HSD bike, lê derbasî Minbicê bûye daku ji gelê Sûriyê re tekez bike ew taka deshelate li Sûriyê.”

Parlementerekî din yê Sûriyê bi baweriyekê zêde ji Rûdawê re ragihand, ku artêşa Sûriyê take hêze derbasî nav Reqayê bibe û niha ew li ser sînorê wî bajarî ne.

Endamê Parlamentoya Sûriyê Ehmed Merî jî got: “Ji xeynî artêşa Sûriyê ti alî derbasî nav Reqayê nabe, hebûna artêşa Sûriyê li wê navçeyê destpêkirina operasyonên leşkerî ye ji bo ku derbasî Reqayê bibin.”

Tişta grîng di vê derbarê de ew e ku artêşa Sûriyê dê ji operasyona rizgarkirina Reqayê ne dûr be.

Hikumeta Sûriyê ne li dijî wê yekê ne, ku Hêzên Sûriya Demokrat beşdarî kontrolkirina Reqayê bibin, ji ber ku texmîn dikin ku piştî kontrolkirina Reqayê ji aliyê wan hêzên, dê Reqa vegere hembêza hikumeta Sûriyê, ji ber ku bi şerîkekî xwe yê babetî li dijî Bereya Tirkiyê dide zanîn.