14:07:40
Rojava news: Muhammed Alluşê ku yek ji pêşengê Ceyşul Îslamê ye û di tura duyemîn a Astanayê de serokatiya heyetê dikir ragihand ku ew tevlî hevdîtinên tura sêyemîn a Astanayê nabin.
Muhammed Alluş di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de ragihand ku wê muxalifên çekdar tevlî Astanayê nebin û got: "Bi daxuyaniya xwe ku em tevlî hevdîtinan nabin ji hemû dinyayê re eşkere dikin ku Rûsya tenê li ser çapameniyê daxwaza çareseriyê li Sûriyeyê dikin. Heke Rûsya çareseriyê bixwaze divê politikaya xwe biguherîne."
Herwiha berê nûnerê muxalifên çekdar Usame Ebû Zeyd di daxuyaniya xwe de gotibû: "Hetanî soza agirbestê neyê girtin em tevlî hevdîtinên tura sêyemîn ên Astanayê nabin."