Print this page

Ala rejîma Sûriyê li Minbîcê hat bilind kirin

11:44:44

 

Rojava News: Artêşa rejîma Sûriyê ket nav bajarokê Minbîcê ya parêzgeha Helebê. Piştî radestkirina bajarokê Minbîcê ji aliyê HSDê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) ve ala rejîmê li Minbîcê hate bilind kirin.

Cîgirê parêzgerê Helebê Îmadedîn Xezban ji çapemeniya rejîma Sûriyê re ragehandiye, bi hewldanên hemwelatiyan û hêzên Sûriyê, ala rejîma Sûriyê li bajarê Minbîcê hate bilind kirin.