11:52:14
Rojava News: Rêxistina DAIŞê li bajarê Reqayê daxwaz ji hemû malbatên çekdar û serkirdeyên xwe kir, taybet jin û zarokan kir ku, wî bajarî bicih bihêlin û birevin.
Li gor hin çalakvanên rêxistina civaka sivîl ji BasNewsê re ragehand ku, ji duhî were DAIŞê daxwaz ji malbatên serkirde û endamên xwe dike taybet jin û zarok ku, ji bajarê Reqayê birevin û ber bi navçeyên di bin kontirola wê ve herin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku, rêxistina DAIŞê tenê rê da jin û zarokan ji bajêr derkevin lê ciwan û zilam neçarkirin ku, satirên axî li hemû cadeyên bajêr çêbikin, herwiha navenda bajarê Reqayê jî weke navçeyeke leşkerî ragehand.
Daxwaza DAIŞê di demekê de tê ku, êrîşên hêzên Hevpeymaniya Navnetewî zêdekirine û li ser erdê jê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) nêzîkî navenda bajarê Reqayê dibin.