12:24:32
Rojava News: Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li derdora bajarê Minbicê 4 gundên din yên kurdan radestî rêjîma Sûriyê kirin.
Jêderekî li deşta El Babê ya Helebê ji BasNewsê re got, hêzên YPGê duh gundên Boxaz, Mîlwêran, Sabwêran û Kohîwkî, ku hemû gundên kurdan in û girêdayî Minbicê ne, radestî hêzên rêjîm Sûriyê kirin.
Wî jêderî, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, her wiha got, dema xelkê wan gundan hêzên rêjîma Sûriyê li nav gundên xwe de dîtin gelekî tirsiyan û mat man.
Li gorî agahiyên wî jêderî, PYD ji tirsa êrişên Tirkiyê dê hinek gund û deverên din yên Minbicê jî bide rêjîma Sûriyê da ku bi vî awayî pêşiya êrişên Tirkiyê û pêşveçûna hêzên operasyona Mertala Firat bigire!
Çend roj berê YPGê 6 gund û deverên Minbicê teslîmî hêzên Sûriyê kiribû.